15 Nisan 2013 Pazartesi

mêvan...





Ezê vê bûyerê pêşi bi kurdî binivîsim. Paşre jî ezê Tirkiya wê binivîsim.

Bu olayı önce kurdi yazacam. Sonra da Türkçesini yazacam.

Li Mêrdînê li gundekî nêzîkî Şêxan dawetek hebûye…

Zilamek ku ne ji wî gundiye jî çûye dawetê. Ba wî kirine û ew jî mecbûre here. Lê wexta ku çûye mêvanê xwe Jî  bi  xwe re biriye.  Mazûbane. Ma wê mêvan li ku bihêle..

Ketine rê û çûne dawetê.

 Def û zirne, goşt û girar, bûk û berbû filan û bevan xelas bûye. Çûne mala xwediye dawet.

Civat geriyaye.

Xwediye malê pirsek ji mêvanên xwe kiriye. Gotiye :

Ey gelî camêra hûn bi çi hatin vî gundî??

Herkesî  bidorê bersivek  daye.

Ê peşî gotiye “ez bi şêr hatime vir”.

Wî zilamê ku bi mêvanê xwe re hatiye gotiye “ez bi Beran hatim vir”

Zilamê mêvan  ditiye ku herkes navê heywanekî dibêje, ji wî wey adet wihaye, gotiye “ez bi kerê hatim vir” 

Civat tevde pê keniyaye. Lê kesî  tiştek jê re negotiye.

Welhasıl herkesî bi dorê tiştek gotiye.

Gotin dîsa gihaştiye xwediye malê û mêrik pirsek din kiriye:

“Gelî camêra hûn kîne, lawê kêne,hatinê vir çi?”

Dora bersiva dîsa dest pê kiriye..

Zilamê ku pêşî gotibû ez bi şêr hatime bersiv daye

“Ez şêrim. Lawê şêra me. Li şê siwar bûm û ez hatim daweta şêr kurê şêra.”

Ê bi Beran gotiye:

“Ez beranım. Lawê berana me. Li berên siwar bûm û ez hatim daweta Beran kurê berana.. “

Dor gihaştiye zilamê meyî mêvan. Mesele fehm kiriye lê çi fêde. Nema kare vegere jî.

Dest bi gotina xwe kiriye:

Ez kerim. Kurê kera me. Li kerê siwar bûm û hatim daweta ker kurê kera..

bûyer; raste.. 


Mardin’de Şêxan’a yakın köylerden birinde bi düğün varmış.

O köyden olmayan bi adam da davet edilmiş. Mecburen gidecek. Giderken yanında kendi evinde kalmakta olan misafirini de götürmüş. .

Neyse bunlar gitmişler, davul-zurna düğün dernek yemek falan bittikten sonra, düğün sahibinin evine gitmişler.

Cemaat toplanmış.

Ev sahibi sormuş:

Ey cemaat siz bu köye neyle geldiniz.

İlki ben buraya aslanla geldim demiş.

Misafirini düğüne getiren adam ben buraya koçla geldim demiş.

Misafir bakmış herkes bi hayvan adı söylüyor sanmış ki adet budur o da bi hayvan adı söylemiş:

Ben buraya eşekle geldim, demiş. .

Cemaattekiler gülmüş ama adama bişey dememişler.

Herkes cevap verdikten sonra söz tekrar ev sahibine gelmiş. Ev sahibi tekrar sormuş.

Ey cemaat siz kimsiniz? Kimin oğlusunuz? Buraya neden geldiniz?

İlk başta aslanla geldim diyen adam cevap vermiş:

Ben aslanım. Aslanın oğluyum. Aslana binip aslan oğlu aslanın düğününe geldim.

İkinci adam:

Ben koçum. Koçun oğluyum. Koça binip koç oğlu koçun düğününe geldim.

Sıra misafire gelmiş. meseleyi anlamış ama ne fayda, artık dönüşü yok. Lafına başlamış:

Ben eşeğim. Eşeğin oğluyum. Eşeğe binip eşek oğlu eşeğin düğününe geldim..

olay gerçektir. 

foto: dûrzan cîrano.. 

1 yorum:

  1. :) Got rojekê bazirganek diçe gundekî ji bo kirîna heywanan.Pirr zêde birçî dibe lê fedî dike ji gundiyan re vêya bîne ziman.Li quncekê zarokekî zevt dike û jê re dibêje:
    Xwarzê ez pirr birçîme tu ê karibî ji mala we ji min re gezek nan bînî...
    Lawik dibêje:Welleh xalo nanê me tune ye lê dimsa me he ye heger tu bixwazî ez ê ji te bînim...
    Zilam dibêje:
    Tiştek nabe hema bîne wê ber dilê min bigre...
    Li ser vê yekê lawik diçe ji malê di kaxikekê de jê re dimsê tîne.
    Zilam bi ser xwe dadike û diqedîne.Dema ku têfikê drêjî lawik dike,lawik dibêje:
    Xalo heger te têr ne waribe ez karim hinekî din jî ji te re bînim.Jixwe dimsa me mişk ketiyê kes naxwe!...

    YanıtlaSil